Li Îranê di 24 seatên dawî de 109 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Îranê di 24 seatên dawî de 109 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 109 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 21 hezar û 571 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 21 hezar û 571î û bi pêketina hezarek û 642 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 375 hezar û 212 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 109 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 21 hezar û 571 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  375  hezar û  212  kesî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.