Li Îranê di 24 seatên dawî de 125 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 125 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 20 hezar û 901 kesî.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 20 hezar û 901î û bi pêketina 2 hezar û 213 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 363 hezar û 363 kesî.
Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.
Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 125 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 20 hezar û 901 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 363 hezar û 363 kesî.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.