Li Îranê di 24 seatên dawî de 235 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 235 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 16 hezar û 147 kesî.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 16 hezar û 147an û bi pêketina 2 hezar û 667 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 296 hezar û 273 kesî.
Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.
Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 235 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 16 hezar û 147 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 296 hezar û 273 kesî.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.