Li Îranê hilbijartina serokomartîyê dest pê kir
Hilbijartinên serokomartîyê ya heyama 13emîn a li Îranê îro di seat 07.00an de dest pê kirin.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin ew ê 59 milyon û 310 hezar û 307 kes karibin biçin li ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ew ê îsan milyonek û 392 hezar û 148 kes cara ewil dengê xwe bidin.
Rêberê Komareya Îslamî ya Îranê Xamaneî li Huseynîya Îmam Humeynî dengê xwe da.
Di hilbijartinên serokomartîyê de 4 namzed dikevin pêşbirkê. Piştî jimartina dengan dê encam roja şemîyê bên daxuyandin.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.