Li Kerkukê 7 kesê din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Hat ragihandin li Kerkukê 7 kesê din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Midûrtîya Tenduristîyê yê Bajara Kerkukê Saman Yabe ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Yaba di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; li Kerkukê 7 kesê din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 115 kesê din jî bi vîrusê ketin.
Li Kerkukê heta niha 349 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.