Li Kerkûkê êrîş hat kirin: 2 leşker mirin

Li Kerkûkê êrîş hat kirin: 2 leşker mirin

Li bajarê Kerkûka Herêma Kurdistanê ji teref DAÎŞê ve êrîş hat kirin, di encamê de 2 leşker canê xwe ji dest dan.

Li gorî çapemenîya mehellî ji polêsê Kerkûkê Selam El Ubeydî îfade kir ku êrîş ji teref DAÎŞê ve hatîye kirin, êrîş 250 kîlometre bakurê Bexdayê li bajaroka Dîbîsê pêk hat û dema ku wesayîtekî leşkerî derbas dibû êrîş hatîye tertîpkirin.

Ubeydî îfade kir ku piştî êrîşê di navbera du alîyan de pevçûn derket û di encama pevçûnê de 2 leşker canê xwe ji dest dan, 3 leşker jî birîndar bûn. Ubeydî îfade kir ku wesayîtekî leşkerî jî zerarê dîtîye.

Hat diyarkirin yekîneyên aîdê artêşa Iraqê hatin cîhê bûyerê û li herêmê ji bo qefaltina êrîşdaran xebat dan destpêkirin.

Artêşa Iraqê, di daxuyanîya ku belav kir de, diyar kir ku di 29ê Tebaxê de li Çola Enbarê li dijî endamên DAÎŞê ku xwe veşêr dabûn operasyon hatibû kirin û di encamê de 14 kes hatibûn kuştin, hat îfadekirin ku ji wan 15 kesan hinekên wan di nav rêxistinê de payebilind in.

Li gorî daxuyanîya ku ji çapemenîya leşkerî hatine bidestxistin, li ser cesedan testên DNAyê hatine kirin û hat îfadekirin ku di nav wan de Ahmed Hamed Zîyan ku bi navên Ebu Siddiq û Ebu Muslîm tê binavkirin û Ebu Alî El-Tunîsî ku mesûlê hilberîna çekan e jî mirine.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di navbera mirîyan de serokê herêma koma başûr û serokê mehellî ya wîlayeta Enbarê Ebu Hammam û gelek rayedarên leşkerî, malî û ragihanîyê jî di nav de bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.