
Li Kerkûkê şerê çekdarî: 5 mirî
Li Kerkûka Kurdistana Başûr di navbera 2 malbatan de bi çekan şer derket, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan
Bûyer, doh li gundê Qeretepeya ku girêdayê navçeya Yaycîyê ye pêk hat.
Li gorî çavkanîyên herêmê, di navbera du malbatan de ji ber sedemeke ku hêj nediyare nîqaş derket, di demeke kurt de ew nîqaş bi derketine çekan ji şerê çekdarî re vegerîya.
Polêsê Kerkûkê, îfade kir ku di bûyerê de ji heman malbatê pênc kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku mirovên şikdar ji cîhê bûyerê revîyane û xebatên lêgerînê berdewam dikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.