Li Konyayê mînîbus qeza kir: 3 zarok rehmet kirin û 4 kes jî birîndar bûn
Di encama qezaya ku li navçeya Karataya Konyayê pêk hat de 3 zarok rehmet kirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Qeza doh êvarî derdora seat 22.30î de li Taxa Fevî Çakmakê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 49 AAC 437 ji ber barana ku barîyabû şemitî û qeza kir.
Di encama qezayê de 3 zarokên bi navê M.A. (16), Y.A. (12) ve Y.A. (4) canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.