Li Kurdistanê di 24 seatên dawî de 19 kes canê xwe ji dest dan
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 19 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 545 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 19 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan ku hejmara mirîyan derket hezar û 265 kesî.
Her wisa hat hînbûn 545 kes jî bi vîrusê ketin ku hejmara pêketîyan derket 34 hezar û 230 kesî..
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.