Li Kurdistanê di 24 seatên dawî de 22 kes canê xwe ji dest dan
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 22 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 443 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 22 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 443 kes jî bi vîrusê ketin.
Lı gorî daneyên dawî hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 825 kesî û 8 hezar û 897 kes jî bi vîrusê ketin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.