Li Kurdistanê di 24 seatên dawî de 566 kes bi vîrusê ketin 16 kes canê xwe ji dest dan
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 16 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 566 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 16 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 566 kes jî bi vîrusê ketin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 18 hezar û 756 kes bi vîrusê ketin û 686 kes ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.