Li Libnanê di teqîna bêtêlan de14 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li Libnanê di teqîna bêtêlan de14 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li Libnanê di encama teqîna bêtêlan de hejmarê mirîyan derket 14 kesan, ji 450 zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristî ya Libnanê daxuyand ku li cîhên cuda yên welat bêtêl hatin teqandin, di encamê de hejmarê candayînan derket 14 kesan, hejmarê birîndaran jî 450yî derbas kirîye.

Doh li Libnanê gelek bêtêl hatibûn teqandin.

Hat destnîşankirin bêtêlên ku hatine teqandin hilberîna Japonyayê û navê wî jî “ICOM” e. Şîrketa ICOMê hêj derheqê teqînan de ti daxuyanîyek neda.

Di encama teqîna ewil de 12 kes şehîd bûbûn, herî kêm 2 hezar û 750 kes jî birîndar bûbûn û ji wê teqandina ewil rejîma sîyonîst hatîye mesulgirtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.