Li Mêrdînê hezar û 300 donim erd şewitî
Li navçeya Qosera Mêrdînê hezar û 300 donim erd şewitî û bû wek xwelîyê.
Şewat, li nêzê gundê Semkayê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şewat ji trafoya ceryanê derketîye û bûye sedema şewata hezar û 300 donim erdan.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Şewat, bi alîkarîya gundîyan jî di nav 4 seatan da hat vemirandin.
Hat diyarkirin ku di encama bûyerê de hezar û 300 donim erd şewitî. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.