Li Mêrsînê wesayîta polêsan qeza kir: Mirîyek 4 birîndar
Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê wesayîta ku polês tê de bûn gindirî şarampolê.
Qeza li Gundê Alîfakîya girêdayê Tarsusê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta polêsan dema ku ji girtîgehê vedigerîya ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn qeza kir.
Di encama qezaya ku pêk hat de polêsek canê xwe ji dest dan û 4 polês jî birîndar bûn.
Polêsên birîndar bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.