
Li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de du erdhej çêbûn
Erdhejên ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin, li gelek cîhên welat jî hat hîskirin, bû sedema xerabûnên mezin.
Myanmar, bi du erdhejên ku li pey hev di mezinahîyên 7,7 û 6,4an hejikî.
Hat îfadekirin ku navenda erdhejê nêzê 50 kîlometre rojhilata bajara Monywayê ye.
Piştî erdhejê gelek avahî xera bûn, binesazî jî zerarê dît.
Rayedaran, ji bo erdhejên biçûk jî hişyarî da û got bila welatî bitedbîr bin.
Hat îfadekirin ku erdhej li Çîn û Taylandê jî hat hîskirin.
Avahîyên mezin ji ber hejikandina mezin hatin tehlîyekirin.
Heta niha derheqê mirî an jî birîndarbûnê de tu daxuyanîyek nehat dayîn û xebatên tespîtkirina xesarê berdewam dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.