Li navçeya Serê Kanîya Rihayê  di nevbera xizman de bi çekan şer derket: 1 mirî

Li navçeya Serê Kanîya Rihayê di nevbera xizman de bi çekan şer derket: 1 mirî

Li navçeya Serê Kanîya Rihayê di navbera du malbatan de bi çekan şer derket, di encama şerê ku keleşkof hatin bikaranîtin de kesekî canê xwe ji dest da.

Bûyer, li gundê Şewatoyê pêk hat. Li gorî îddîayan di navbera du malbatan de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ve nîqaş derket. Li ser mezinbûna nîqaşê çek hatin derxistin û bi hev re ketin nav pevçûnê, di encamê de Yasîn D. Li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da.

Cenazeya mirovê ku canê xwe ji dest daye, ji bona ku bê otopsîkirin ji merga Nexweşxaneya Dewlet a Serê Kanîyê re hat rakirin. Piştî bûyerê jî Fermandarîya Cenderme ya navçeyê li gund ewlehîyekî mezin stand. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.