Li Nîjeryayê hejmara kesên ku ji ber êrîşa çekdarî canê xwe ji dest dan derket 100î
Hat ragihandin li 2 gundên bi navê Tchombangou û Zaroumdareyeya Malîyê êrîşa çekdarî li gundîyan hat kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşên çekdarî yên ku hatin kirin de heta doh 70 gundî canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn ku li gorî daneyên dawî hejmara kesên mirî derket 100 kesî.
Serokwezîrê Nîjeryayê Brîgî Rafînî êrîşa ku hat kirin teyîd kir û destnîşan kir heta niha herî kêm 100 kes canê xwe ji dest dan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.