Li Nîjeryayê lehî rabû: 33 mirî

Li Nîjeryayê lehî rabû: 33 mirî

Di encama lehîya ku li Nîjeryayê rabû de 33 kesan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li parêzgeha Jîgawaya Nîjeryayê ji ber barana zêde lehî rabû, di encama lehîyê de heta niha 33 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku ev bû çend rojan bênavber berdewam dike li parêzgeha Jîgawaya Nîjeryayê lehî rabû. Hat hînbûn ji ber lehîyê 50 hezar kes tesîrdar bûn û 33 kes jî mirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.