Li Pakistanê di îstasyona trênê de bi bombeyê êrîş hat kirin: 24 mirî, 46 birîndar
Li bajara Kettaya Pakistanê di îstasyona trênê de bi bombeyê êrîş hat lidarxistin, di encamê de 24 kesan canê xwe ji dest dan, 46 kes jî birîndar bûn.
Çapemenîya mehellî, îfade kir ku di encama êrîşa bombeyî de herî kêm 24 kesan canê xwe ji dest dane, 46 kes jî birîndar bûne.
Midûrê Giştî yê Ewlehîyê Muhammed Baloch, destnîşan kir ku teqîn li paytext Kettaya wîlayeta Belucistanê li nêzê gîşeyên bilêtan pêk hat.
Rayedar, ragihand ku di sireya gîşeyê de ji 100an zêdetir însan hebûye.
Polês, hêzên ewlehîyê û ekîbên xelaskirinê ku hatin cîhê bûyerê, cesed û birîndaran rakirin nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku ji rayedarên trênê re emir hatîye dayîn ku bila seferan bidin sekinandin.
Li hemû nexweşxaneyên bajêr rewşa acîl hat îlankirin.
Serokwezîrê Belucistanê Sarfraz Bugti, êrîşê şermezar kir û got, “însanên mesûm têne hedefgirtin.”
Bugti di daxuyanîya ku da de weha îfade kir, “Êdî hedefa terorîstan însanên mesum, karker, zarok û pîrek in. Yên ku însanên mesum hedef digrin merhametê heq nakin.”
Bugti, diyar kir ku serokwezîr talîmat daye ku bila derheqê teqînê de tehqîqat bê destpêkirin û ew bi rayedarên paye bilind ên Belucistanê re ketine nav têkişîlê.
“Artêşa Xelasî ya Belucistanê” xwedî li êrîşî derket
Li gorî sîteya xeber a Dawnê Artêşa Xelasî ya Belucistanê ku koma mîlîtana qedexe ye xwedî li êrîşê derketîye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.