Li Pakîstanê ji ber lehîyê 19 kes canê xwe ji dest dan

Li Pakîstanê ji ber lehîyê 19 kes canê xwe ji dest dan

Hat destnîşankirin ku li Paskîstanê ji ber baranên musonê di nav 2 rojên dawîn de 19 kes canê xwe ji dest dan.

Li wîlayetên Belucistan û Xayber Paxtuxwanê baran gelek zêde dibare.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku li Belucistanê 9 kesên ku ji malbatekî ne ji ber lehîyê canê xwe ji dest dan.

Li wîlayetê ji 565 kîlometreyî zêdetir rê zirarê dît û gelek ‘erd jî di bin avê de man. 17 hezar û 500 kesên ku ji barana zêde tesîrdar bûn jî hatin tehlîyekirin.

Ji ber ku rêya trênê ê ku di navbera Ketta û Îranê ye jî zirarê dît, tîcareta her du welatan jî hat sekinandin.

Hat diyarkirin ku li wîlayeta Xayber Paxtuxwanê jî 10 kes ji ber hilweşîna xanîyan û lehîyê canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.