
Li Papûa New Gîneyê di mezinahîya 7,2yan de erdhej pêk hat
Li peravên Girava Brîtanyaya Nû ku girêdayê Papûa New Gîneyê ye di mezinahîya 7,2yan de erdhej pêk hat.
Li gorî daneyên Navenda Sîsmolojîya Behra Spî-Ewrûpayê 185 kîllometre bakûrrojhilata bajara Kîmbeyê (Girava Brîtanyaya Nû) erdhejek hat qeydkirin.
Hat ragihandin ku mezinahîya erdhejê 7,2 hatîye pîvandin û 49 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Derheqê candayîn û xesara maddî de tu agahîyek nehat dayîn ji bo tsûnamîyê hişyarî nehat dayîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.