Li Pêncwênê Pêşmergeyek canê xwe ji dest da
Di encama êrîşa ku li Pêncwênê li PDKê hat lidarxistin de Pêşmergeyek canê xwe ji dest da.
Berpirsê Pêncwênê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê Bekir Abdullah derheqê êrîşa ku li PDKê hat kirin de daxuyanîyek belav kir.
Abdullah di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di encama êrîşa ku hat kirin de Pêşmergeyek canê xwe ji dest dan û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn. Abdullah dû re wiha got: “Ew kesên ku li Pêncwênê beşdarî xwepêşanan bûbûn rûyên wan nixûmandî bûn û têkilîya wan kesan bi PKKê re heye.”
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.