Li peravên Mûxlayê 72 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li peravên navçeya Marmarîsa Mûxlayê 72 koçberên neqanûnî yên di keştiya ku motora wê qut bûbû de bûn hatin xelaskirin.
Ekîbên Fermandariya Ewlehîya Peravê ji keştiya ku ji ber qutbûna motorê li peravên navçeya Marmarîsê diçû, 18 jê zarok 72 koçberên neqanûnî xelas kirin.
Hat îfadekirin ku 2 kesên ku di keştiyê de bi îddiaya qaçaxçîtiya koçberan dikirin jî hatine binçavkirin.
Koçberên ku hatin xelaskirin piştî karên wan ji Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê r hatin sewqkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.