Li Rihayê di navbera nasan de pevçûn: Yek jê giran 6 birîndar
Li navçeya Bozovaya Rihayê ji ber lihevnekirina erd di navbera nasan de pevçûn derket.
Bûyer di wextên êvarî de li çoltera gundê Ozgorenê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin nasên ku berî niha ji ber lihevnekirina erdan di navbera wan de hisûmet hebû pêşî nîqaş kirin û dû re bi çekan pev çûn.
Di encama pevçûna ku tê de çek, dar û kevir hat bikaranîn de Mehmet, Fewzî, Xelîl, Mahmud, Îsmaîl û Îbrahîm Dogan birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê û derbarê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.