Li Rihayê mîsyoneran derî bi derî digerin û incîlê belav dikin
Li Rihayê mîsyoneran derî bi derî digerin û incîlê belav dikin, ev jî ji teref gelê Rihayê ve bû sedema endîşe û bertekan.
Li Taxa Bahçelîevlera navçeya Xelîlîya Rihayê dîmenek hat parvekirin ku ji teref pîrek û zilamekî ku nasnameyên wan nayê zanîn ve derî bi derî ger tê kirin û incîlan belav dikin.
Bûyer, bala şênîyên avahîyê kişand û armanca belavkirina incîlan a mirovên ku belav dikirin bû meseleya meraqê. Hat hînbûn wan kesên ku tê texmînkirin mîsyoner in derîyên daîreyan digerin û ji şênîyên malan re incîlan belav dikin.
Derheqê bûyerê de ji teref meqamên fermî ve hêj tu daxuyanîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.