Li Rihayê şerê bi çek: 1 Mirî, 4 birîndar

Li Rihayê şerê bi çek: 1 Mirî, 4 birîndar

Li navçeya Sirûca Rihayê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdar de kesekî mir, 4 kes jî birîndar bûn.

Li ser Ceddeya Murşîtpinara Sirûcê di navbera du koman de bi gotinan niqaş derket û dûre ev niqaş bi derxistina çekan ji şer re vegerîya.

Di encama şerê ku derket de 1 jê giran 5 kesan birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Sirûcê re hatin sewqkirin, lê ji birîndaran Î.Y. digel tamamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.