Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 15 hezar û 617 kesî
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 5 hezar û 61 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Îro jî zêdetirî bi 5 hezar û 61 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 917 hezar û 884 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 119 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 15 hezar û 617 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîya Rûsya li cîhanê piştî Amerîka û Brezîlyayê tê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.