
Li Sêwasê otobûs û wesayît li hev qelibîn: 10 birîndar
Li ser rêya D-100 a Suşehrîya Sêwasê, wesayîtek û otobûsek li hev qelibîn, di encamê de 10 kes birîndar bûn.
Bûyer, li cudabûna rêya Suşehrî-Şebînkarahîsarê pêk hat.
Hat ragihandin ku otobûsa di bin îdareya R.P. de bû û wesayîta ku di bin îdareya S.S. de bû li hev qelibîn.
Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, AFAD, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Di qezayê de 10 kes birîndar bûn, mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dewlet a Suşehrîyê re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.