Li Silêmanîyê avahîya 5 partîyan hat şewitandin
Li navçeya Seyîdsadiqa Silêmanîyê xwepêşan avahîya PDK, Goran, Komel, YNK û Yekgirto şewitandin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin komeke ku ji xwepêşandêran pêk dihat û xwepêşan li dar dixistin êrîş birin li ser avahîyên partîyên siyasî û avahîya PDK, Goran, Komel, YNK û Yekgirto şewitandin.
Tê diyarkirin xwepêşandêran avahîya qeymeqamtîyê jî şewitandin.
Doh jî li nahîyeya Pîremegrunê êrîş li avahîya PDKê hatibû kirin.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.