Li Şirnexê du mînîbûs li hev qelibîn: 18 birîndar
Di encama qezaya ku li Şirnexê du mînîbûs li hev qelibîn pêk hat de yek jê giran 18 kes birîndar bûn.
Qeza, li alîyê Dêrgulê û Pira Besta Sor pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa bi plaqeya 21 VE 904 ku di bin îdareya M.N.Ş. de bû û mînîbûsa bi plaqeya 34 DR 3430 ku di bin îdareya M.O. de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Di encama qezayê de bi tevî şofêran 18 kes birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a tenduristîyê hatin rakirin nexweşxaneyê.
Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.