
Li Sûdanê di nexweşîna qolerayê de zêdebûn heye
UNICEFê, daxuyand ku li wîlayeta Nîla Spî ya Sûdanê nexweşîna qolerayê zêde bûye û 2 hezar û 700 kes bi nexweşînê ketine û ji wan 500ê kes jî zarok in.
Rayedaran tenduristîya Sûdanê, daxuyandin ku li wîlayeta Nîla Spî di navbera 1ê Çile û 24ê Sibata 2025an de 2 hezar û 700 weqa hatine diyarkirin û ji wan jî 500 kes zarok in.
UNICEFê, daxuyand ku ew bi tevî Wezareta Tenduristî ya Federalê û hevparên alîkarîya însanî re ji bona ku li herêmê nexweşîn zêdetir belav nebe û zarokan biparêzin micadeleyek berfireh dane destpêkirin.
Temsîlkarê UNICEFê yê li Sûdanê Sheldon Yett weha got, “Daîma tehrîpkirina binesazîya însanî, di vê herbê de tu zarokekî di nav ewlehîyê de nehişt. Heger ji zarokan re bi tevî xizmetên ava paqij, paqijî û paqijîya sihhî pêşgirtina nexweşîna qolerayê jî neyê qalkirin, mixabin ew ê nexweşîn û şob berdewam bike.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.