Li Sûdanê qetlîama sîvîlan: 124 mirî, 200 birîndar
Hêzên Destek a Lezgîn (HDK), li wîlayeta El Cezîreya Sûdanê 124 sîvîlan qetil kir, herî kêm 200 kesan jî birîndar kir.
Li Sûdanê pevçûna di navbera Hêzên Destek a Lezgîn û artêşê de berdewam dike.
Hat destnîşankirin ku HDK, doh li gundê Serayhaya wîlayeta El Cezîreyê êrîşî sîvîlan kirîye.
Çavkanîyên herêmî diyar dikin ku di êrîşê de herî kêm 124 kes canê xwe ji dest dane, ji 200an zêdetir mirov jî birîndar bûne.
Gundî jî destnîşan dikin ku ji 150 zêdetir mirov ji teref HDKê ve hatîye desteserkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.