Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 599 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 599 hezar û 423 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 599 hezar û 423 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 14 milyon û 194 hezar û 725 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 142 hezar û 64 kes mirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.