Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 812 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 812hezar û 645 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 812 hezar û 645 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 23 milyon û 598 hezar û 309 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 180 hezar û 604 kes mirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.