Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 850 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 850 hezarî

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 850 hezar û 600 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 850 hezar û 600  kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  25  milyon  û  387 hezar û 330 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 187  hezar û 224 kes mirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.