Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 218 kes canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 218 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 26 hezar û 919 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 26 hezar û 919 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 218 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 16 hezar û 417 kesan.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 26 hezar û 919 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe."
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.