Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê destpê kir
Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarênBakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê dest pê kir.
Di 30ê Mijdarê de di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di dawîya heftîyê de hatibûn dayîn.
Ji ber sînordarkirina ku hat îlankirin li tevahîya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêdengî hakim e.
Li gorî talîmata ku ji walîyên bajaran re hatiye şandin market, dikan, qasab û çerezfiroş dê di navbera seat 10.00-17.00an de vekirî bin.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.