Li Wanê di navbera du koman de bi dar û keviran şer derket

Li Wanê di navbera du koman de bi dar û keviran şer derket

Li Qada Beşyola Wanê di navbera du koman de bi dar û keviran şer derket. Ji cîhê bûyerê ku bûbû wek meydana herbê re jî polês hatin sewqkirin û polês jî mirovên di nav şerê de ne bi zor û zehmetîyê da sekinandin.

Bûyer, li Qada Beşyola navçeya Rêya Armûşê pêk hat.

Li gorî îddîayan du komên ku bi sedan kesan pêk têne ji ber nerazîbûna erdan hatin hemberî hev û nîqaş derket, dûre jî ew nîqaşa wan ji şerê bi dar û keviran re vegerîya.

Di şerê ku di nav demeke kurt de mezin bû de qad bû wek meydana herbê. Ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên ku nedihatin sekinandin bi xaza îsot û guleyên plastîkî hatin sekinandin.

Îddîaya nerazîbûna erdan

Li gorî agahîyên ku ji dikandar û welatîyên derdorê ve hatine bidestxistin, xwedîyê erd erdê xwe derxistîye firotanê û ferdên malbatê jî ji rewşê re bertek nîşan dane û ji ber vê yekê gengeşî derketîye.

Welatîyên ku di şer de birîndar bûne jî bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.