Li Xarpêtê qeza: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
Li navçeya Qovancîya Xarpêtê wesayîtek qeza kir.
Qeza li derketina navçeyê derdora seat 09.30î de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 34 BDN 377 a ku ji Stenbolê dihat û ber bi Çewligê ve diçû ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê ji kontrolê derket û qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de pîreka 90 salî ya bi navê Selvî Sevîm canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.