Li Xezzeyê 423 hezar Filîstînî ji cîhê xwe bûn
NY dîyar kir ku ji ber êrîşên sîyonîstên îşxalker 423 hezar Filîstînî ji cîhê xwe bûn.
Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref OCHAyê hat belavkirin de hat destnîşankirin li Xezzeyê 423 hezar kes malên xwe terikandine.
Berdevkê NY Stephane Dujarric di daxuyanîya xwe de got ku: “Li gor reqemên rojane kesên ku li Xezzeyê malên xwe terikandine 423 hezar kes in; lê belê di rastîn de ev reqem dibe ku pirtir be.”
Dujarric dîyar kir ku li Xezzeyê 50 hezar pîrekên bihemle hene û ewê di nêzde zarokên xwe bînin dinyê û ewê nikaribin xwe bighînin xizmeta tendûristîyê ya bingehîn jî. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.