Li Xezzeyê di nav 24 seatên dawîn de 300 Fîlîstînî şehîd bûn, 800 kes birîndar bûn
Rejîma îşxalker a sîyonîst yên ku li dijî Xezzeya ku di bin dorpêçê de ye êrîşên asîmanî lidardixe, di nav 24 seatên dawîn de 300 Fîlîstînîyan şehîd kir, 800an jî birîndar kir.
Êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîstan ya li dijî Xezzeyê bênavber berdewam dike.
Di encama bomberandina balafirên îşxalkeran de di nav 24 seatên dawîn de 300 Fîlîstînî şehîd bûn, 800ê wan jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku di mêrgên Nexweşxaneya Eqsa ya ku li Xezzeyê ye fealîyetan dike de cîh nemaye, cenaze di konan de tênê sekinandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.