Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 27 hezar û 478 kesan
Di encama êrîşa rejîma îşxalker a 122 roj e li ser Xezzeyê de hejmarê şehîdan derket 27 hezar û 478 kesan hejmarê birîndaran jî derket 66 hezar û 835 kesan.
Rejîma îşxalker 122 roj e li ser Xezzeyê êrîşên xwe didomîne, li herêmê hejmarê candayîyan jî zêde dibe.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku di encama êrîşên rejîma îşxalkeran ku di nav 24 seatên dawîn de li dar xistine de 113 Fîlîstînî şehîd bûn, 205 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ji 7ê Cotmehê vir ve hejmarê şehîdan derket 27 hezar û 478 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 66 hezar û 835 kesan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.