Lijneya Herêma Kurdistanê ji bo çareserîyê çû Bexdayê
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Qubad Talabanî û lijneya pê re ji bo hinek hevdîtinan çû Bexdaya paytexta Iraqê.
Semîr Hewramanîyê Berdevkê Çapemenîyê yê Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Qubad Talabanî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Hewramanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Ew ê di hevdîtinê de çareserîya problemên heyî yên di navbera Bexdayê-Hewlêrê de, meselên aborî û pêşnûmaya qanûnê ya budçeya 2021î bê gotîbêjkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dahatên neft û derîyên sînor de dixwaze bi hikûmeta Iraqê re li hev bike û vê daxwaza xwe ji rayedarên Iraqî re ragihandiye."
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.