Mele Mîzgîn, di salvegera wefata birayê xwe Mele Saîd de qala wî kir
Mele Beşîr Varol (Mele Mîzgîn), qala micadele û şexsîyeta birayê xwe Mele Saîd Varol ku li derveyê welat di 12ê Hezîrana sala 2018an de ji ber qezaya trafîkê wefat kiribû kir.
Mele Muhammed saîd Varol ku yek ji pêşengên Cemaeta Hîzbullah e, dema ku muhacir bû di 12ê Hezîrana sala 2018an de ji ber qezaya trafîkê wefat kiribû.
Varol ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di salên dirêj de di zidanan de ma, 8 sal emrê xwe yê dawîn jî di mihaceratê de derbas kiribû. Ji ser wefata Seyda 6 sal derbas bûn, ew ji teref hezkirîyên xwe ve bi rehmet tê yadkirin.
Mele Mîzgîn, derheqê birayê xwe de ji ÎLKHAyê re axivî û qala şexsîyeta wî ya mînak û micadeleya wî kir.
Mele Mîzgîn di destpêka axavtina xwe de ayeta Ehzab, 23yê xwend “Ji bawermendan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêca hin ji wan canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê dikin û peymana xwe neguhartine (li ser soza xwe man e)…” û weha axavtina xwe domand.
Mele Mîzgîn îfade kir ku birayê wî wek şehîdan heyata xwe derbas kirîye, emrê xwe ji îlmê re feda kirîye; di mihaceratê de jî ew şehîd bûye.
Jîyana wî ya medreseyê
Mele Mîzgîn weha got, “Birayê min di 13ê Adara 1967an de li Cimsarêya Bênarîna Êlihê hat dinyayê. Jîyana wî ya perwerdehîyê jî li cem min dest pê kir. Dema ku ez li gund li cem Mele Muhammed Beşîd ku kurê Şêx Xelîl bû dixwendim û wê demê jî em li gundê Alînê bûn- Birayên min Mele Saîd û Mele Ehmed hinek mezin bûbûn min jî wan girtibû cem xwe û min dersa wan dida. Dûre jî em ji li wê derê çûn Deywanê cem Şêx Xelîl. Em demekî li wê derê man. Wexta ku min îcazeta xwe stand çûm gundê Weysîka ku bavê min li wê derê mele bû. Demekî jî min li wê derê ji birayên xwe re dersê da. Şertên gund ji bo xwendekaran ne musaît bû, ji ber vê yekê min xwendekarên xwe belav kir. Min jî li Farqînê pirtûkxaneyekî vekir. Mele Seîd jî li Tîlloyê li cem meleyên wek Mele Şerîf xwendina xwe berdewam kir. Herî dawîn jî Mele Saîd û Mele Ehmed li cem Şêx Xelîl xwendina xwe qedandin û îcazeta xwe standin.”
Beşdarbûna Cemaetê
Mele Mîzgîn îfade kir ku 3 kur û qîzekî Mele Seîd hebû, Mele Seîd jî bi xêra wî beşdarî Cemaeta Hîzbullah bûye, “Ez li Farqînê pirtûkxaneyekî vekiribûm û min li wê derê kitêban difiroşt. Mele Seîd jî dema ku îcazeta xwe stand hat cem min û me bi hev re dikanê îdare dikir. Hetta dûra piranî min dikanê teslîmê wî kiribû. Ew bi vê şeklê beşdarî cemaeta Hîzbullah bû û ket nav xizmet û dawetê. Min ji wî sadiqtir însanekî nedîtîye. Ez jî bi xwe di nav wan însanan de me ku ewqas wexte di nav xizmetê de me. Mele Seîd, bi temamî xwe fedayê dewê kiribû, xwe teslîmê dozê kiribû. Çi ji destê wî dihat bikardianît, qeweta wî bi çi dihat dikir. Tu dem xwe ji karên dozê paş nedihişt. Dema ku ji Cemaetê emrekî dihat heger serê wî jî bihata jêkirin wê karê dikir.”
Jîyana wî ya micadeleyê
Mele Mîzgîn di berdewama axavtina xwe de derheqê micadeleya ku di salên 90îyan de li djiî PKKê hatibû dayîn de jî axivî û weha got, “PKKê ji bo herêma me, ji bo qewmê me, bil xesse ji bo Kurdistanê musîbetekî mezin e. Karkerên hinekan in, ew karkerên dijminan in. Ew xeyn ji xwe tu sazî an jî ferdekî qebûl nedikirin. Çîmkî ji ber ku di bin emrê dijmin de bûn li gorî meslehetên xelkê hereketê nedikirin. Em Kurd in, emrê me daîma ji bo xelkê me di xizmetê de derbas bû. Em ji bona ku xelkê xwe ji kufrê, koletîyê, delaletê, yanê ji her nexweşîyan xelas bikin; û wan bighêjînin hurrîyet, azadîyê dixebitin û em vêya dixwazin. Bi tevî vêya nedixwestin ku em ji qewmê xwe re, ji milletê xwe re xizmetê bikin. Ew me tehdît kirin, me kuştin. Mele Seîd jî di nav vê micadeleyê de bû. Ew wezîfe û emrên cemaetê bi kar dianîtin. Ji ber vê yekê jî Muhammed Seîd jî di sehayê de xizmetan dikir. Ji ciwanan re dersan dida. Wan hînê dînê wan dikir, wan hînê dewa wan dikir. Xeyn ji vêya di sehaya teşkîlatê de jî gelek xizmetan û fedekarîyan bikardianît. Di warê Îlmê de gelek karên wî hebûn. Hetta di warê leşkerîyê de jî fedekarî û xizmetên wî hebûn.”
“Çi sirrê wî hebûn bi xwe re bir qebrê”
Mele Mîzgîn qal kir ku birayê wî Mele Seîd di salên 2000an de bi rojan îşkenceyan dît, “Dema ku wî girtin haya kesê jê tinebû, di medyayê de di televîzyonan de derneketibû ku wî girtine û daîma ji wî re digotin, ‘em ê te ji ortê rabikin, ji xwe kes jî nizane tu di destê me de yî ew ê haya kesê jî jê tinebe’ Mele Seîd jî zekî û biaqil bû. Ji bona ku tehdîdên wan ji holê rabike xwest ku dengê xwe ji çapemenîyê re bighêjîne. Mele Seîd ji wan re got ‘ez ê xeber bidim, ji we re qal bikim’ encax ev xapandinekî bû. Dema ku ew vêya got min wî di xeberan de dît. Mele Seîd, dema ku derket çapemenîyê tu kelîmekî jî ji wan re negot. Piştî ev taktîka Mele Seîd 6 meh bi wî îşkence kirin. Îşkenceyên ku ji wî re hatibûn kirin ji hindik însanan re hatibû kirin. Lê ji devê wî kelîmekî jî bidestnexistibûn. Çi sirrê wî hebûn wî bi xwe re bir qebrê.”
Wî girtîgehan kir wek Medreseyî Yusufî
Mele Mîzgîn, “Em bi Girtîgeha Tîp a D ya Dîyarbekirê de hatin cem hev. Wî emrê xwe bi temamî ji îlmê re dabû. Xwedê Teala di girtîgehê de jî ji me re gelek îmkanan dabû. Wî di her beşê de ji 20 kesan re dikaribû dersan bidaya. Qorîdora jorê li qata xwarê dinêrt, bi vê şeklê wî ji 20 kesan re dersê dida. Wî di zivistanê de jî di nav wê sermayê de dersan dida. Hetta ji ber vê yekê ew nexweş jî ket, emelîyat jî bû. Tev di rêya Îlmê de bûbû. Dema ku ji 20 kesan re îcazetê dida, vê carê jî 20 kesên dinê digirt ba xwe. Wî gelek însanan di Îlmên Îslamî de mezun kiribû. Heyata wî ya hefsê bi dersên îlmê derbas dibû.”
Serbestberdan û muhacerata wî
Mele Mîzgîn destnîşan kir ku Mele Seîd 10 sal di hefsê de ma û ji ber çend qanûna bi tevî gelek birayên xwe derket derve, “Piştî ku hatibû serbestberdan pir zêde li Tirkîyeyê nema. Helbet di wê dewrê de tenê endamên Hîzbullahê nehatibûn serbestberdan. Hetta yên ku herî hindik hatibûn serbestberdan endamên Hîzbullahê bûn. Encax gelek çapemenî û televîzyon digot qey tenê endamên Hîzbullahê hatine serbestberdan weşanan dikirin. Dadgehên wê dewrê jî tirsîyan û cardin xwest ku wan bigrin hefsê. Mele Seîd û hevalên wî yên dinê, dema ku fêhm kirin ew ê cardin bêne girtin bi şeklekî hîcret kirin.”
Mele Mîzgîn îfade kir ku dema birayê wî derket derveyê welat pir haya wî ji wî çênedibû, “Ez di wê dewrê de di hefsê de bûm. Feqet qasî ku me bihîst, ew di mihaceratê de jî heyata xwe ji îlmê re feda kirîye û piranîya heyata xwe bi îlmê derbas kirîye. Helbet xizmetên wî yên dinê jî çêbûbûn.”
Wefata wî
Mele Seîd ku 8 sal di mihaceratê de ma di 12ê Hezîrana 2018an de wefat kiribû:
“Mele Seîd dema ku mihacir bû wefat kir. Ew û pîreka wî dema êvarê derdikevin ji xwe re dimeşin. Ji bona ku ji xwe re sporê bike û hinek hilma xwe vebike. Di dema vegerê de jî pîreka wî di pêşîya wî de ew jî di paş de dimeşin. Tiştê ku xanima wî qal dike dema ku ew dimeşin ji paş ve dengekî tê. Dema ku dizvirê dinêre wesayîtekî derbas dibe û Mele Seîd li erdê ye. Pîreka wî, bi lez diçe cem wî lê seyda nikaribîye xeber bide.”
Cenazeya Mele Seîd, ji teref hevaldozên wî, xwendekar û heskirîyên wî ve bi tekbîr û selewetan ji Êlihê re hat anîtin û li wê derê hat definkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.