Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê di demekê de destpê kir ku bêhêvî li ser Kurdistanê kişiyabû

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê di demekê de destpê kir ku bêhêvî li ser Kurdistanê kişiyabû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 59emîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir.

Barzanî di peyama ku belav kir de destmîşan kir: “Şoreşa Îlonê di demekê de destpê kir ku bêhêvî li ser Kurdistanê kişiyabû, lê di encamê de hemû xelkê Kurdistanê bûn piştevanên şoreş û îrade û xweragiriya Pêşmerge û têkoşerên rêya azadiyê, gelek destkeftên mezin pêk anîn.”

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Di rojeke weke îro de, di 11ê Îlona sala 1961ê de şoreşa mezin a Îlonê pêk hat ku bûye şoreşeke seranserî û xelkê Kurdistanê bi hemû netewe û ol û pêkhateyên cuda, ji Zaxo heta Xaneqînê li jêr serkirdetiya Rêberê Niştimanî Mistefa Barzaniyê Nemir kom bûn.

Şoreşa mezin a Îlonê, di demekê de dest pê kir ku bêhêvî li ser Kurdistanê kişiyabû. Dijminên gelê Kurdistanê hemû hewlên xwe didan ji bo jinavbirina kultur û nasnameya gelê Kurdistanê û bêparhiştina ji hemû mafên bingehîn ên jiyanê.

Di encamê de hemû xelkê Kurdistanê bûn piştevanên şoreş û îrade û xweragiriya Pêşmerge û têkoşerên rêya azadiyê, gelek destkeftên mezin pêk anîn, ku ji wan herî giring komkirina Kurdistanê bû di bin alayekê û serkirdetiyekê de.

Bêguman yek ji destkeftên dîrokî jî, peymannameya 11ê Adara 1970 bû, dema rejîma Be'sê neçar bû mafên gelê Kurdistanê qebûl bike.

Îro ku em salvegera wê şoreşa mezin a Kurdistanê bi bîr tînin, Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar re derbas dibe. Loma gelek pêwîst e ku ruhê xweragiriyê û nirxên bilind ên Şoreşa mezin a Îlonê li ber çavên me bin û handera me ya zêdetir bin ji bo yekrêzî û tebayî û parastina destkeftên xelkê Kurdistanê.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.