Mesûd Barzanî ji bo salvegera ji dayikbûna Hz. Muhammed(s.x.l.) peyamek weşand
Mesûd Barzanîyê Serokê PDKê û Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê ji ber salvegera ji dayikbûna Hz. Muhammed(s.x.l.) peyamek weşand.
Temamê metna peyamê ya ku hat weşandin wisa ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta salvegera ji dayikbûna pêxemberê mezin, Hezretî Muhammed Mistefa (Silavên xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim.
Li vê helkefta pîroz da ji Xwedayê mezin hêvîdarim deriyê xêr û bereket û dilovaniyê bi rûyê gelê Kurdistanê û gelên Iraq û navçeyê veke û aştî û mirovdostî seranserê cîhan û navçeya me vegerê.
Her wiha ji yezdanê mezin dixwazim çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya li navbera gelê me da kûrtir û berfirehtir bibê.
Wesselamun aleykum werehmetullahu weberekatuhu.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.