Mesûd Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê civiyan

Mesûd Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê civiyan

Serokê PDKê û Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Di wê hevdîtina ku li Selaheddînê hat tertîpkirin de herdu aliya rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û navçeyê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û navçeyê hate guftûgokirin û ronahî jî xistin li ser proseya siyasiya Iraqê ya li qonaxên pêş de. Her wiha tekez jî li ser hemahengî û karê hevbeş ya aliyan ya ji bo çareserkirina qeyranan kirin.

Danustandina bîr û ramanên li ser çareserkirina girift û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê civînê bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.