Micahîdên Qassam koka îşxalkeran anît

Micahîdên Qassam koka îşxalkeran anît

Micahîdên Tugayên Qassam, li Xezzeyê ji îşxalkerên ku dixwazin ji bejahîyê bikevin nav Xezzyê re zayîatên mezin didin û di nav 24 seatên dawîn de 15 tankên îşxalkeran bi temamî an jî qismî îmhe kirin.

Micahîdên Tugayên Qassam, li hember teşebûsên îşxala bejahî ya ji Xezzeyê re berxwedanekî mezin nîşan didin.

Berdevkê Tugayên Qassam Ebu Ubeyde di daxuyanîya ku herî dawîn kir de weha got, “Di nav 24 seatên dawîn de micahîdên me, bi alîkarîya Xwedê di îşxala li Kampa El Şatî û Beyt Xanûnê de 15 wesayîtên leşkerî ên îşxalkeran bi temamî an jî qismî îmhe kirin. Xeyn ji vana ji hêzên îşxalê re jî bi dehan topa hewayê hat avêtin û di cepheyên cuda de bi hêzên îşxalkeran re pevçûn pêk hatin.”

Tugayên Qassam, diyar kir ku ew piranîya tankên îşxalkeran bi roketên Yasîn 105ê îmhe kirine û îro jî bi bombeya çalakîya fedaîyê tankekî îşxalê îmhe kirin.

Ji destpêka operasyona Tofana Eqsayê vir ve, micahîdên Qassam li dijî mewzî û şênîyên îşxalkeran çalakîyê li dar xistine û di encamê de hinekên wan kuştine û hinekên wan jî êsîr girtine. Li gorî qeydên îşxalê heta niha 2 hezar sîyonîst hatine kuştin, bi sedan giran 6 hezarê wan jî birîndar in.

Timgeneral El-Duwarî: Micadeleya Qassam ne asayî û rewşekî ku mirov hîn nebûye ye.

Pisporê stratejîk û leşkerî Timgeneral Fayez El-Duwarî, roja borî di nirxandina xwe ya ku ji qenalekî Ereb re kir de, bal kişand ku Tugayên Qassam piştî herba bejahî dîsa biqewet, qudret û kamil e, ev tişt jî ne tiştekî normal e û me tiştekî ewakî jî nedîtîye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.