Midûrê Nexweşxaneya Şîfayê: 179 kes li hewşa nexweşxaneyê bi şiklekî komî hatin definkirin
Muhammed Ebu Selîmeyê ku Midûrê Nexweşxaneya Şîfayê derbarê rewşa dawî ya li nexweşxaneyê de daxuyanî da.
Muhammed Ebu Selîmeyê Midûrê Nexweşxaneya Şîfayê, derbarê mijarê de got ku li nexweşxaneyê qîrza însanî heye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ 179 kes li hewşa nexweşxaneyê bi şiklekî komî hatin definkirin.”
Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê di daxuyanîya ku berî niha belav kiribû de gotibû ku nexweşxaneya li Xazzeyê bûye goristan.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.