Musa Orhan ji Fermandarîya Giştî ya Cendirmeyan hat îxrackirin
Çawîşê Pispor Musa Orhanê ku ji ber sûca destdirêjîkirinê pêşî hat binçavkirin û dû re hat berdan ji Fermandarîya Giştî ya Cendirmeyan hat îxrackirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; Çawîşê Pispor Musa Orhanê ku destdirêjî li Î.E kir û bû sedem ku ew xwe bikuje ji Fermandarîya Giştî ya Cendirmeyan hat îxrackirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.